Şaneder
Şaneder | |
|---|---|
| 36°48′02″Bk 44°14′36″Rh / 36.8006°Bk 44.2433°Rh | |
| Dewlet | Iraq |
| Li beşa îdarî | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Şaneder yan jî şikefta şanederê şûnwareke dîrokî ya Kurdistanê ye ku li gorî lêkolînên arkeolojîk ên ku li Şanederê hatiye kirin, diroka jiyana mirovahiya li şikefta Şanederê ji 75.000 salên berê niha vedigere. Şaneder li ser çiyayê Bradost a Zagrosê, di nav sinorê navçeya Mêrgesora bi ser parêzgeha Hewlêrê ye.[1] Bermahiyên neanderthalan di sala 1953an de li vê şikeftê hatine keşifkirin ku di nav wan de Şaneder 1 heye ku mirovên ji bûyeran birîndaran sax filitîne tê de hene û Şaneder 4 heye ku 'goristana kulîlkan' a navdar ku kesên ku bi kulîlkan hatine veşartin tê de hene.[2] Heta vê keşifkirinê, Cro-Magnons, H. sapiensên herî kevin ên li Ewropayê, tenê ew kesên ku bi veşartinên armancdar û rîtuelî dihatin zanîn bûn.[3]
Di navbera salên 1957 û 1961ê de şûnwarnasê (arkeologê) amerîkî Ralph Solecki û tîma xwe ya ji Zanîngeha Columbia di şikefta Şanederê de neh kakûtên neandertalî peyda kirine ku kakûtan ji Şaneder-1 heya Şaneder-9 binavkirine.
Li gorî vekolînên şûnwarnasan xelkê neandertal ayînên cenaze dikirin û miriyên xwe bi kûlilkan vedişartin.
Arkelojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihê şikefta Şanederê li nêzîkî Barzanê ye ku bi qasî 800 m dûrî çemê Zapa Mezin e û li bilindahiyeke 640 mêtreyê bi ser asta deryayê ve ye. Deriyê şikeftê sêgoşeyî ye û derî 25 mêtre fireh e û 26 7,9 mêtre jî bilind e. Pîvanên şikeftê 40 m dirêj, 53 m fireh û 45 14 m jî bilind e.[4]
Antropolog Ralph Solecki ku beşek ji ekspedîsyona Zanîngeha Michiganê ya Rojhilata Nêzîk bû, cara yekem di sala 1951ê de bi sondajekê şikefta Şanederê keşif kiriye.[5][6][6] Şikeft di sala 1953an de, di bin çavdêriya rêveberiya giştî ya antîkên Iraqê û saziya Smithsonianê, ji bo sondajeke careke din dîsa Herêma Kurdistanê xebat hatiye destpêkirin. Yekem paşmayên mirovan ku hatiye bawerkirin ku paşmayên dergûşeke Neanderthal a ji serdema Mousterî ya serdema paleolîtîk a navîn e, di sala 1953an de hatine keşifkirin.[7]
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Şkefta Şanederê 2025
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Edwards, Owen. "The Skeletons of Shanidar Cave". Smithsonian Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 nîsan 2026.
- ↑ "Shanidar Cave | Unbelievable Kurdistan - Official Tourism Site of Kurdistan". bot.gov.krd (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 nîsan 2026.
- ↑ Edwards, Owen. "The Skeletons of Shanidar Cave". Smithsonian Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 nîsan 2026.
- ↑ Solecki, R. S. (1 sibat 1963). "Prehistory in Shanidar Valley, Northern Iraq: Fresh insights into Near Eastern prehistory from the Middle Paleolithic to the Proto-Neolithic are obtained". Science. 139 (3553): 396–396. doi:10.1126/science.139.3553.396. ISSN 0036-8075.
- ↑ Solecki, Ralph S. (1979). "Contemporary Kurdish winter‐time inhabitants of Shanidar cave, Iraq". World Archaeology. 10 (3): 318–330. doi:10.1080/00438243.1979.9979740. ISSN 0043-8243.
- 1 2 SOLECKI, R. S.; RUBIN, M. (20 hezîran 1958). "Dating of Zawi Chemi, an Early Village Site at Shanidar, Kurdistan Region". Science. 127 (3312): 1446–1446. doi:10.1126/science.127.3312.1446. ISSN 0036-8075.
- ↑ ŞENYÜREK, Muzaffer (1957). "The Skeleton of The Fossil İnfact Found in Shanidar Cave Kurdistan Region". Anadolu (Anatolia). doi:10.1501/andl_0000000019. ISSN 0570-0116.