Here naverokê

Cînav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rêziman
Navdêr (îsim)
Lêker (fiîl)
Rengdêr (sifet)
Daçek (edat)
Cînav (zemîr)
Hoker (zerf)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Etîmolojî
Lîsteya zimannasan

Cînav, cînavk, pronav an jî zemîr di rêzimanê de, wek ku ji navê vê gotinê jî diyar dibê, ew gotin in ku mirov dikare bike şûna navekî. Cînav li goreyê awayê bikaranînê ji hev vediqetin: cînavên kesî (bi îngilîzî: personal pronouns), cînavên lêveger (reflexive pronouns), cînavên beremberiyê (reciprocal pronouns), cînavên nîşander (demonstrative pronouns), cînavên pirsyarkî (interrogative pronouns), cînavên têkiliyê (relative pronouns) û cînavên nediyar (indefinite pronouns)[1]

Celadet Alî Bedirxan ji bo cînavan peyva "pronav" bi kar anî[2].

Cînavên kesî, cînavên kesîn, cinavên kesaniyê, cînavkên kesane

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cînavên kesî yên kurdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
KesKurdiya bakurKurdiya navendîKurdiya başûrLekîHewramîZazakî
neçemandîçemandîneçemandîçemandî
1. yekhejmarezminminminmiminezmi(n)
2. yekhejmartutetotututotito
3. yekhejmar (nêr)ewwîewewiwadoey
3. yekhejmar (mê)wêadeaaye
1. pirhejmaremmeêmeîmeîmeêmema
2. pirhejmarhûnweêweîwehumeşimeşima
3. pirhejmarewwanewanewaniwinadîêînan
  1. ↑ Husein Muhammed (2016). Cînavên kurdî: peydabûn û bikaranîna wan. Zimannas.wordpress.com
  2. ↑ Celadet Alî Bedir-Xan (1994). Bingehên gramera kurdmancî. Wêşanên Nûdem, Swêd.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: cînav – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir