Here naverokê

Dep

Navçeya Depê
Karakoçan
Dîmenek ji Mînara Saetê ya li Depê
Dîmenek ji Mînara Saetê ya li Depê
Navçeya Depê li ser nexşeya Xarpêt nîşan dide
Navçeya Depê
Navçeya Depê
Navçeya Depê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Navçeya Depê
Navçeya Depê
Koordînat: 38°57′8″Bk 40°2′13″Rh / 38.95222°Bk 40.03694°Rh / 38.95222; 40.03694
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehXarpêt (parêzgeh)
SerbajarDep
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan88 gund
Hejmara mezrayan58 mezra
Qada rûerdê
 • Giştî1.085 km2 (419 sq mi)
Bilindahî
1.092 m (3583 ft)
Nifûs
 (2025)
28.320
 • Berbelavî28/km2 (70/sq mi)
 • Serbajar
 (2025)
15.886
Koda postayê
23600
Koda telefonê(+90) 424
Map
biguhêreBelge

Dep an jî Depê (bi tirkî: Karakoçan) navçeyeke parêzgeha Xarpêtê ye. Navçe li ser deşta ku bi navê xwe ye hatîye avakirin. Dîroka derdora navçeyê heta serdemiya Ûrartûyan diçe.

Herêma ku bajêr di tê de ye bi Kurdî Oxî tê binavkirin. Dep heya sala 1936'î gundekî Oxiyê bû û di sala 1936'î de bûye bajêrok navçe. Berê bajêrokbûna Depê melbenda Çanê girêdayî Gêxiyê, melbenda Oxî û Lexanê jî girêdayî Paloyê bû. Van hersê melbend bi navê bî Tirkî Karakoçanê dibe bajêrokê Xarpêtê.

Li herêmê yek ji bermahiyên dîrokî yên herî girîng rêya kevn a ku ji serdemiya Ûrartûyan maye ye. Ev rêya ku bi kevirên birî hatî çêkirin, di serdemiya antik de herêmên Xarpêt û Wanê bi hev girêdida û ji bo bazarganî û veguhastina leşkerî dihat bikaranîn. Bongilan di vê rêya dîrokî de navendeke leşkerî û rawestgeheke girîng bû. Milê bakur ê vê rêyê heta Xoşkar, Gexi û daristanên Karacehennemê yên Kanîreşê dirêj dibû. Ev rêya dîrokî, wekî şopeke girîng a şarestariya Ûrartûyan li herêmê hebûna xwe berdewam dike.

Dep bi rêbejahî 102 km dûrî navenda bajarê Xarpêtê ye; dûriya wê ya ji bo Çewlîgê 58 km û ji bo Dêrsimê jî 58 km ye. Rêya ku ji Xarpêtê tê û ber bi Çewlîg û Wanê ve diçe, di ber Depê re derbas dibe. Dema ku navçe biçûk bû ev rê ji navçeyê 4 km dûr bû; lê niha bajêr ber bi aliyê rê ve berfireh bûye û gihiştiye ser rêyê.

Cî û Tixûbên Bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya Depê

Sînorên cîranên navçeya Depê: Li bakur bi Gêxî û Xorxolê re, li başûr bi Paloyê û Qowanciyan re, li rojhilat bi Çewlîgê re, li rojava jî bi Qisle û Mêzgirê re tê girêdan. Pîvana erdê Depê 1.085 km² ye û bajêr ji rûyê avê 1.092 m bilind e. Rewşa hewayê bi havînan pir germ û ziwa, zivistanan jî sar derbas dibe.

Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê Çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê Qizildaxê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî Çiyayê Tor (1.615 m), Çiyayê Celo (1.594 m) û Dîyarê Gazê (1.690 m) bilind dibin.

Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Qisle û Mêzgirê di başûr de diherike Gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe.

Çemê Oxîyê li navbelda Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.

  • Mazlum Doğan, rojnamevan, şoreşger û yek ji damezrînerên PKKê

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]