Here naverokê

Gerrusî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gerrusî zaravayekî Kurdî ye, ku li girtûperê (derdorê) bajarê Bîcarê tê axaftin û wisa yek ji devoken Kurdiya navîn û Kurdiya Başûr nas dibe. Gerrusî bi zaravayên soranî û Kirmaşanî û Lekî bi pirr nêzî ye.

Gerrusî SoranîKirmaşanîLekîKurmancî
mi, min min, eminmin, mimi, minez, min
to to, etotû, titûtu, te
ew, o ew, oew, oew, oew, we
îme êmeîmeîmeem, me
îwe êwe, engoîwe, yûwehûmahûn / hewe, we
ewan ewanewanewanew, wan

Rêzimanê Gerrusî mîna zaravayên Kurdiya navîn û Kurdiya Başûr yên din e. Tenê li Gerrusî de (mîna Kirmaşanî) mirov dikare jibo çê kirina demê nikayî hem "di-" bi kar bîne hem jî ne. Belam (lêbelê) carna demê nikayî tenê bi "di-" tê çê kirin:

Gerrusî SoranîKirmaşanîLekîKurmancî
mi mirim/dimrim min demrim/emrimmin mirim/dimrimmi memrimez dimirim
to keyd/dikeyd to dekey/ekeyttû key/dikeytû mekeytu dikî / tu dikey
ew mînî/dimînî ew demênê/emênêtew mînî/dimînîdew memînêew dimîne
îme wînîm/dûynîm ême debînîn/ewînînîme diwînin/dînîmîme mewînîmem dibînin
îwe diron/doron êwe deron/eronîwe diron/doronhûma meron*hûn diherin
ewan dîyên ewan dên/tênewan dênewan mîyenew tên / ew dihên

Hindek Wûşeyên Taybetmend

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gerrusî SoranîKirmaşanîKurmancî
kenî kanîkanîkenî, kanî
kûwe kêw, kêf, kokîfçiya
hûrd wirdhûrdhûr
hûşk wişkhûşkhişk
xwastin wîstin, xwastintûwastinxwastin
hûz, dê gund, dêdêgund, dî
deng dengdeng, henadeng
sîye reş, sîyareş, sîyereş
çew, çow çawçewçev, çav
we bewebi
wirsî birsîbirsîbirçî, birsî
bîn bûn, bîyînbînbûn, *bîn
çîn çûn, çînçînçûn
ayîme êsteîsenûha, aniha

Helbestek bi kurdiya gerrus

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
bîçare kesî ki yar neyrî
ley xûrbete dilten û nemûre
dil wer dil û dîdari to cûr e
çen sale min û dil dizanîm
tenya dili to leman we zûr e
dilrehm û xwanas û ezîzî
rasî dilegem, to hayde kûre?

.....

pûney qeşen û wexti cûwanî
wesfi to dikem we her zûwanî
we çew dimijim eşq û wefay to
qisyey dilim e xwa dizanî...

Helbestvan: B. Q. Daxî, ji pertoka wê ya "Delaqey Derya (Helbest Bi Kurdiya Gerrusî)

Werger:

hêjar ew kes kû yarê wê çine
li wî xûrbeta behêvîtî û dilsar
dilê min bi carna dîtina te xweş e
çend salan ez û dil dizanin
tenê dilê te (evîna te) ji me re bes e
tu bi pîyare û xwedênas û birêzî
lê evîna min, tu li kû derî?

....

pûdîneya bedew û demê ciwanîtî/xortî
ez ji te dibêjim bi her zimanek
ez bi çevên xwe hêstirên evîn û wefaya te dimijim
xwedê dizane vê qiseya dilê mine (pirr rast e)...[çavkanî hewce ye]